DEM Partî civîneke awarte li dar dixe

  • 11:10 3 Hezîran 2024
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Derbarê tayînkirina qeyûmê ya li Şaredariya Colemêrgê de DEM Partî civîneke awarte li dar dixe. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, ji kar dûrxistina wî û û tayînkirina qeyûman civîneke awarte li dar dixe. 
 
Piştî civîna MYK'ê ya ku tê payîn îro di saet 12.00'an de bi dawî bibe, biryarên ku bên girtin dê ji hêla Cîgira Seroka Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît vê bê aşkerakirin.