Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket

  • 09:08 3 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi kirmanckî manşeta “Dewleta Şerî” avêt û bal kişand ser dijberiya dewletê ya li hemberî aştîyê. Akademîsyena meksîkayî Dr. Lîdîa Îrîs Rodríguez ji Xwebûnê re axivî û destnîşan kir ku dewleta tirk aştî û dîyalogê naxwaze.
 
Hejmara 233’yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Dewleta Şerî” cih da helwesta dewletê ya li dijî aştî û çareseriyê. Edîtorê beşa kirmanckî Dr. Îsmet Konak bi Akademîsyena meksîkayî Dr. Lîdîa Îrîs Rodríguez Rodrígueze re hevpeyvîn kir. Dr. Lîdîa Îrîs Rodríguez Rodrígueze diyar kir ku dewlet ji dîyalogê dûr e û wiha got: “Dewleta tirk aştiyê naxwaze. Li ser kurdan tundî heye.”
 
Rojnameyê di surmanşetê de sernavê “Di pêşdibistanê de girîngiya ziman” avêt û bal kişand ser girîngiya ziman a temenê zaroktiyê de. Di rûpela jinê de jî cih da analîza Ayşe Gokkan a li ser zimanê mêrperest ê di ferheng, rêziman û pirtûkan de. Di eynî rûpelê de bi sernavê “Bi pêşengiya jinê serkeftina gelan” cih da rola jinan a di têkoşîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de.