ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN

  • 09:00 3 Hezîran 2024
  • Rojev
*Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, li dijî polîtîkayên desthilatdariyê wiha got: “Jan têkoşîna ku 22 sal e meşandine wê îro jî bidomînin. Em neçarin xeta têkoşînê berfireh bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Li Kurdistanê projeyên HES, JES û kanên madenê ku  bi polîtîkayên AKP’ê tên pêşxisitn dibin sedema hilweşînê. Ev proje xwezayê  texrîb dikin û çavkaniya debarê ya gelê Kurd tune dikin, guherîna demografiyê hedef digirin.
 
*Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan der barê ‘Xwendinên deng bidin azadiyê’ de ku TJA’yê dane destpêkirin û tecrîdê de axivî û ji bo tevlibûna xwendinan bang kir. DÎMEN HEYE
 
*Derket holê ku mal û milkên Şaredariya Giyadînê ya ku qeyûm jê re 116 milyon deyn hiştiye, radestî saziyên din hatiye kirin. Hevşaredara Giyadînê Hayat Zorbay, bal kişand ser saziyên hatine radest kirin û got ku ew ji bo van saziyan paşve bigirin wê bikevin nav hewldanan. DÎMEN HEYE