Li Curnêreş DEM Partî li pêş e

  • 20:29 2 Hezîran 2024
  • Ramyarî
 
 
 
RİHA- Li gorî encamên sindoqên li navçeya Curnê Reş hatin vekirin, DEM Parti li pêş e.  
 
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê jimartina dengan dewam dike û biryar hat dayîn ku hilbijartin bên nûkirin. Ji sedî 50'yê sindoqan hatine vekirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Parti) ku di hilbijartinên 31'ê Gulanê de bi ferqa 521 dengan li pêşiya AKP'ê  bû, di hilbijartinên îro de xuya dike ku dîsa li pêş e.