Encama hilbijartina li Bajaroka Perıyê diyar bû

  • 19:41 2 Hezîran 2024
  • Rojane
 

 
DÊRSIM - Li Bajaroka Periyê ku hilbijartina xwecihî lê hat dubarekirin, li gorî encamên nefermî namzetê AKP’ê bi ser ket.
 
Desteya Hilbijartinê ya Bilind li ser îtîraza AKP’ê hilbijartina 31’ê Adarê ya li Bajaroka Periya Mazgêrda Dêrsimê betal kiribû û biryar dabû ku 2’yê hezîranê hilbijartin bê dubarekirin. Jimartina denga li Periyê bi dawî bû û li gorî encamên nefermî namzetê AKP’ê bi ser ketiye. Li gorî encamên nefermî di hilbijartina îro de AKP 644 deng, CHP 420 deng, DEM Partî 220 deng girtine.
 
Di hilbijartina 31’ê Adarê de CHP 471 deng, AKP 467 deng û DEM Partiyê 274 deng girtibûn.