ÎHD'yî çûn serdana Emîne Şenyaşar

  • 16:50 2 Hezîran 2024
  • Rojane
r
 
ENQERE - Endamên ÎHD'ê îro çûn serdana Emîne Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne. 
 
Nobeda Edaletê ya ku Emîne Şenyar a di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin ku li Enqereyê dewam dike ket roja xwe ya 120'î. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban û rêveberên Şaxên ÎHD'ê yên Enqere, Amed, Antalya, Edene, Mêrsîn, Riha, Îzmîr, Stenbol, Wan, Agirî, Şirnex û Sêrtê beşdarî çalakiya Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Edaletê bûn. 
 
Huseyîn di serdanê de bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û got, “Kiryar diyar in, em dibêjin daxwaza edaletê ya dayika Emîne daxwaza me ye. Em bang li hikûmetê dikin ku dev ji van polîtîkayan berde."