Di rojê xweninê de de 'Hevjiyan azad' hat niqaşkirin

  • 14:51 2 Hezîran 2024
  • Rojane

MANÎSA - Li Manîsayê di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azdî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' li Manîsayê di çalakiya xwendinê de 'Hevjiyana azad" hat lidarxistin.

Li Manîsayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, çalakiya xwendinê hate lidarxistin. Di çalakiya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ( DEM Partî"  a bajarê Manîsayê hat lidarxistin de pankartên bi dirûşma "Bibe dengê azadiyê" û "Jin jiyan azadî" hatin daliqandin. Nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Herêma Egeyê, rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyên bajêr, endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Egeyê (TUHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên ku xizmên xwe li Anatolyayê winda kirine (ANYAKAYDER) û gelek welatî tevli bûn.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiya ku Aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan, Fadîle Goktûrk û ji Meclîsa Jinê ya Manîsayê ya  DEM Partiyê Suna Tunç tevli bûn, nivîsên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser "Hevjiyana azad", hatin xwendin.
 
Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan azdî" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.