Ji çalakiya 'Deng bide azadiyê': Em ê her hefte li vir bin

  • 14:07 2 Hezîran 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Ji xizma girtiyan Fincê Akamn a ku di çalakiya "Deng bide azadiyê" de axivî, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got, "Em ê her hefte li vir bin."
 
Li Stenbolê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de bi pêşengiya xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” hate lidarxistin. Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re(MATUHAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. 
 
 
'Em ê her hefte li vir bin'
 
Girse li gel ku hat dorpêçkirin jî li rawestegeha Metorbusê ya Bahçelîevlerê kom bû. Girseya ku xwest ji rawestgeha metrobusê heta ber girtîgehê bimeşe, careke din ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Ji xizma girtiyan Fînce Akman bertek nîşanî astengkirinê da û wiha got: “50 roj in em ji zarokên xwe agahiyê nagirin? Ne telefon, ne name, ne axaftin. Çima hûn vê yekê dikin? Em li zarokên xwe xwedî derdikevin. Em ê her hefte li vir in. Em dayik in, kezeba me dişewite. Şerm bikin.  Hûn ji Tirkiyeyê re dibêjin welatekî misilman, tu cudahiya we ji Îsraîlê nîne. Em li vir bûne mîna Filistînê. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin."
 
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxedana zindanan" hatin berzkirin. Çalakî piştre bi dawî bû.