Ji bo zaroka ku hat îdiakirin ku ketiye çem xebata lêgerînê hat destpêkirin

  • 18:31 31 Gulan 2024
  • Rojane
ŞIRNEX- Ji bo zaroka ku hat îdiakirin ku ketiye çem xebata lêgerîn û rizgarkirinê hat destpêkirin.
 
Li navçeya Cizîr a Şirnedê di 28’ê Gulanê de hat îdia kirin ku zaroka 16 salî S.S.B li dora Ava Perava Parka Ataturk ketiye çemê Dîcleyê. Li ser îxbara ku hat kirin îro ekîbên rizgarkirinê ya Şaredariya Cizîrê, AFAD, Emniyet û îtfayê hatin sewqkirin. Xebatên lêgerînê didomin.