Ji Edenê peyama 'Êdî bes e û tecrîdê rakin'

  • 16:35 31 Gulan 2024
  • Rojane
EDENE -  Partiyên siyasî û rexistinên civakî yên sivîl li Edenê ji bo piştevaniya berxwedana girtiyan daxuyanî dan û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. 
 
Li Edeneyê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiya malbatên girtiyan. Çalakî li Qada Beşocakê hat lidarxistin û Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirin re ya Akdenîz Edeneyê (AYKAY-DER) jî tevli çalakiyê bûn. 
  
Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hate hilgirtin û beşdaran pêşmalkê “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr got ku ji bo tecrîd bê rakirin û aştî bê welêt, ev 5 hefte ne çalakiyê li dar xistin. 
  
Ji Meclisa Dayikên Aştiyê Refîka Akin jî xwest ku tecrîd were bidawîkirin û Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Refîka, da zanîn ku ew ji ber rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan bifikar in û wiha got: “Dayikên Aştiyê êdî şer, barandina hêsiran û mirinê naxwazin. Tecrîda li ser Rêbertiya me rakin da ku zarokên me ji vê tecrîdê xelas bibin.” 
 
Refîka, bal kişand ser helwesta Wezareta Dadê û CPT’yê ya têkildarî tecrîdê û axaftina xwe wiha qedand: “Êdî bes e, tecrîdê rakin.” 
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.