Cezayê girtîgehê li rojnameger Pinar Gayip hat birîn

  • 14:18 31 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Bi îdiaya “heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” salek û 2 meh û 17 roj cezayê hefsê li rojnameger Pinar Gayip. 
 
Di sala 2015’an de li Îzmîrê ji bo Ivana Hoffman konê şînê hatibû vegirtin û polîsan êrişî konê kir. Bi îdiaya ku edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip di dema êrişê de “heqaret li polîsan kiriye”, doz hatibû vekirin. Danişîna dozê hate lidarxistin û biryar hate eşkerekirin. Bi îdiaya “Li pey hev û bi awayekî eşkere heqaret li xebatkarên cemaweriyê kiriye”, salek û 2 meh û 17 roj cezayê hefsê li Gayip hate birîn. Dadgehê ceza taloq kir. Parêzera Gayip, Ozge Buşra Boyoglû got ku dê li dijî biryarê îtîraz bikin.