Li Periyê ji hilbijartinan re du roj man

  • 20:09 30 Gulan 2024
  • Ramyarî
DÊRSÎM - Li Perî ya Dêrsîmê du roj man ji hilbijartinan re û DEM Partî xebatên xwe bê navber dimeşîne, bi gel re tê gel hev û daxwazên wan guhar bike. Partiyiyan banga xwedî derketina li îradayê li gel kir.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartinên li Periyê wê 2’ê hezîranê de pêk bên xebatên xwe bê navber didomîne. Îro DEM Partî li Periyê, gundên Seyîtlî, Basu, Ors,  Soreg, Paxnik û gelek taxan serdan pêk anî. Parlamentera DEM partiyê Ayten Kordu, hevşaredarê bajarê meizn yê Amedê Dogan Hatun, namzetên Periyê Naciye Aslan û Ohan Çelebî jî di serdanan de cih girtin.
 
Ayten Kordu di serdanê de axivî û da anîn ku wê şaredariyê ji nûve bigirin û got hewcedarî bi berpirsyariyê heye û divê her kes xwedî li îradeya xwe derkeve.
 
Dogan Hatun jî daxuyakirin ku gel di hilbijartinan de bersiva pêwist daye AKP’ê û wê di hilbijartinên 2’ê hezîranê de jî bersivê bidinê.
 
Di serdanan de heyetê daxwazên welatiyan guhdar kirin û nîşe girtin.