'Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê' konferansek li dar xist

  • 13:25 30 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA  NÛÇEYAN - Di çarçoveya kampanyaya propagandaya hilbijartinan de “Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê” ji bo guhdarkirina nêrînên xebatkarên çapemeniyê, konferanseke çapemeniyê li dar xist.
 
Çalakiyên tifaqên partî û rêxistinan di çarçoveya kampanyaya propagandaya hilbijartinên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku wê di 11’ê Hezîranê bên lidarxistin, dewam dikin. Îro hevbendiya “Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê”jî di heman çarçoveyê de, li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferanseke çapemeniyê li dar xist.
 
Girtina nêrîna rojnamevanan
 
Konferans bi armanca nîqaşkirina bi rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê re û ji bo guhdarkirin nêrîn û pêşinyarên wan di warê pêşxistina xebatên şaredariyan de hat lidarxistin.
 
‘Rola çapemeniyê di danasîna çand û sîstema hilbijartinan de’
 
Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Qamişlo ya “Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê” Bêrîvan Omer di konferansê bal kişand li ser rola çapemeniyê di danasîn û propagandaya namzeten de û wiha pê de çû: “Weke tê zanîn, sîstema hilbijartinan nû ye li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Pêwîst e ku em û endamên çapemeniyê bi hev re nîqaş bikin. Ji wê zêdetir jî ku em hev nas bikin, em pêşniyarên wan ji bo demên pêş nas bikin. Diyar e ku hîna dem hewce dike ji bo naskirina sîstema hilbijartinan, di vê derbarê de avakirina çandê lazim e û ya ku karibe bibe alîkar di danasîna vê sîstemê de hem bi gel re û bi derveyî herêmê re qada çapemeniyê ye.
 
Dibe ku kêmasiyên şaredariyan hebûn di demên dawî de, rexneyên ragihandinê yên derbarê şaredariyan de girîng in ji ber ku ew jî mîna komîteyeke şopandinê ye. Ew jî îro dikarin van rexneyan parve bikin ji ber ku ew herî zêde di nav civakê de dişopînin û dibînin nîqaş û pirsgirêkên gel çi ne. Em bawer dikin ku çapemenî dikare zextekê li şaredariyan bike ku karên xwe pêk bîne.”
 
‘Gel azad e ku dengê bidin kesên ku baweriya wan pê tê ’
 
Bêrîvan Omer destnîşan kir ku gel azad e ku dengê bidin kesên ku baweriya wan pê tê û got: “Gel azad e dengê bidê kesê ku dixwaze û pê bawer e, ya girîng ku di encamê de deng û nêrîna xwe bi kar tîne. Li gorî amarên ku derketin pêş, zêdetirî 300 hezar kes li bajarê Qamişlo jiyan dikin, eger ji sedî 60 neçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar neyînin pirsgirêk e, em dixwazin vê pêk bînin ku her kes here ser sindoqan.”
 
Nêrîn û pêşinyar
 
Konferansa çapemeniyê bi nêrîn û pêşinyarên bi dawî bû ku bal kişandin li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên paqijiya bajêr û ekolojiyê. Her wiha nêrînên hevbeş ên di derbarê guhdarkirina nêrînên gel ku karîbe xwe bigihîne şaredariyan. Li hêleke din ji bo avakirina projeyan ji bo ciwanan pêşniyar hebûn. Di heman wextê bal hat kişandin ser gilî û gazincên gel ji bo nebûna pêdiviyên jiyanî yên sereke û buhabûnê.