Gelek kes tevli çalakiya xwendinê bûn

  • 13:23 30 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
WAN – Gelek kes tevli çalakiya bi çarçoveya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji meseleya kurd re çareseriya siyasî" ya bi pêşengiya TJA'yê tê lidarxistin bûn. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi çarçoveya kampanyaya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji meseleya kurd re çareseriya siyasî" çalakiya xwendinê hat lidarxistin. Çalakî li baxçeyê avahiya Partiya Wekhevî û Demokrastiyê ya Gelan (DEM Parti) a Wanê pêk hat. DBP, TUHAY-DER, MEBYA-DER, ARSÎSA, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli çalakiyê bûn. Dovizên "Dawî li tecrîdê bîne","Jiyana mirov bêrî dikê ne bi mûcizeyan bi şoreşan pêk tê" hatin daliqandin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit banga bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê kir û got ji bo tecrîd bi dawî bibe ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. 
 
Di çalakiyê de nivîsa Abdullah Ocalan hat xwendin. 
 
Bi dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Bijî berxwedana zindana” û “Jin jiyan azadî” çalakî bi dawî bû.