EŞÎK ji bo 9'em pakêta darazê çû serdana DEM Partiyê

  • 13:06 30 Gulan 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Platforma EŞÎK'ê ji bo 9'em pakêta darazê ya wê bê meclisê çû serdana DEM Partiyê 
 
Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK), têkildarî 9'em pakêta darazê ya wê bê meclisê, nîqaşên makezagonê, polîtîkayên jinan ên wê bên şopandin bi partiyan hevdîtinan dike. EŞÎK'a di 15'ê Gulanê de bi CHP'ê re hevdîtin kir îro jî çû serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî). 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatimogullari, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevilay Çelenk û endamên koordînasyona DEM Partiyê di hevdîtinê de cihê xwe girtin. Di heyeta EŞÎK'ê de ji Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Fidan Ataselim cihê xwe girt.