DEM Partiyê ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kir

  • 11:19 30 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê ji bo karibe hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Edaletê da.
 
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan ji bo karibin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibînin serlêdan kirin.
 
Sevda Çelîk Ozbîngol û Turkdogan ji bo hevdîtina bi Ocalan re ku 39 meh in agahî jê nayê wergirtin, daxwazname pêşkêşî Wezareta Edaletê kirin.
 
Di daxwaznameyê de qala tecrîda giran a li Îmraliyê hate kirin û ev daxwaz hatin kirin:
 
"Dawî li polîtîkaya qutkirina têkiliya bi temamî bê anîn ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê meşandin. Pîvanên hiqûqa gerdûnî bêne naskirin. Ji bo wasî, malbat û parêzerên Abdullah Ocalan û hikumxwarên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim karibin tavilê hevdîtinê bikin, bikevin nava hewldanên pêwîst.
 
Weke Serokê Desteya Dadger û Dozgeran, têkildarî berpirsyarên tecrîda mutleq a li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji bo destpêkirina lêpirsîneke îdarî û edlî bikevin nava hewldanan.
 
Weke Hevberdevkên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê, ji bo em karibin Abdullah Ocalan û hikumxwarên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim bibînin, destûr ji me re bê dayin."