Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hat redkirin

  • 10:18 30 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
ENQERE - Aktîvîstên TJA’yê Fîgen Ektî û Mekiye Ormancci di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatibûn girtin û 11 mehan girtî mabûn. Di doza aktîvîstan de biryara redkirina dozê hate dayîn. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî û Mekiya Ormanci di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatibûn binçavkirin û girtin. Di doza aktîvîstan dadgehê biryara redkirina dozê da. 
 
Aktîvîstên TJA’yê li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dihatin ragirtin û tevî 7 jinên li gel wan dihatin darizandin, di danişîna ewil a di 10’ê mijdara 2023’yan de hatin tehliyekirin. Parêzerên Fîgen û Mekiye di pêvajoya binçavkirin û lêpirsînê de daxwaza redkirina dozê kiribûn lê ev daxwaz nehat redkirin. Ji ber vê yekê 11 mehan girtî man. 6 meh piştî tehliyekirina aktîvîstan jî biryara redkirina dozê hate dayîn. 
 
Dadgehê jî biryara redkirina dozê da
 
Di hinceta biryara redkirina dozê de hat gotin ku delîlên heyî rê li ber sûcên “Avakirina rêxistinê” û “Rêvebirina rêxistinê” venakin û îdia kir ku delîlên “Endamtiya rêxistinê” ne. Dozger, got ku derheqê  Fîgen de dozeke din a bi heman rengî heye û kiryarên beriya 2018’an nabin mijara dozeke nû û xwest doz were redkirin. Dadgehê jî biryara redkirina dozê da. 
 
Ji bo Mekiye Ormanci jî bi heman sedeman biryara redkirina dozê hate dayîn.