Anya Lean: Em ê ji YE’yê gotinên zelal nebihîzin

  • 09:04 30 Gulan 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Parêzer Anya Lean bêdengiya qada navneteweyî ya li dijî zextên Tirkiyeyê û cezayên li siyasetmedarên Kurd tê birîn wek berjewendî nirxand û got: “Em ê ji YE’yê gotinên zelal nebihîzin.”
 
Çalakiyên ji bo çareseriya pirsgirêka siyasî û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di asta global de didomin. Desthilatdariyê nêrîna xwe ya li hember pirsgirêka Kurd careke din bi bi cezayên ku di doza Kobanê de li siyasetmedarê Kurd hat birîn nîşan da. Cezayên ku li cîhanê deng dan, rê li ber bertekan vekir.
 
Parêzer Anya Lean ku di heyeta delegasyona tecrîdê ya ku di meha sibatê de hat Tirkiyeyê de cih girt, nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember pirsgirêka Kurd û cezayên hatine dayîn nirxand.
 
‘Hikûmet bi vê sînyalek aşkera dide’
 
Anyayê da zanîn ku piştî hilbijartinên herêmê AKP têk çûye û bi vê re jî hewl dane biçin guherînekê lê bi doza Kobanê re ev hêviya wan nehatiye cih. Anyayê wiha dirêjî dayê: “AKP û mutefîkên xwe piştî hilbijartinên herêmî yên meha Adarê têk çûn û hewl dan rotaya xwe biguherin. Erdogan ji bo ji bin hinek krîzan rabe hewce bi piştgiriyê didît. Hem li welat hem li derveyê welat. Lê ev hêviya wan nehat cih. Hemû doz û cezayên li hember siyasetmedaran bi armaca siyasî tên kirin. Hikûmet bi hevkariya siyasetmedarên hatine hilbijartin ji peywirê dûr dixin û bi vê sînyalek aşkera didin. Siyasetmedarên Kurd hîna wek dijminê dewletê tên nîşandan. Ev wisa tê dîtin.”
 
‘Cezayên giran ji bo civakê xeter e'
 
Anyayê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Cezayên di doza Kobanê de hatin dayîn di çapemeniya cîhanê de cih girt. Cezayên giran ên hatine dayîn ji bo civakê xetere ye. Biryaran di çapemeniya Alman de cih girt. Di rojnameyan de di televîzyonan de. Cezayên giran ên tên dayîn civakê dixe nava xetereyê.”
 
‘Em ê ji YE’yê gotinên zelal nebihîzin’
 
Anyayê destnîşan kir ku tevî biryarên DMME’ê ji qada navneteweyî bertek nehatine nîşandan û ev nirxandin kir: “Li gorî min ji welatên Ewropa yan jî Yekitiya Ewropayê bertekek zelal nayê payîn. Ev bendewarî wê me bibe şikestinekê. Sedema vê jî Tirkiye di mijarê leşkerî û jeopolîtîk de bi taybet di alî polîtîka penaberan de mutefîkekî stratejîk ê girîng e. Ji ber vê em ê ji YE’yê gotinên zelal nebihîzin.”
 
‘Ji bo tevgera Kurd sembola hêvî û wêrekiyê ye’
 
Anyayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir destilatdariyê dest ji polîtîkayên zextê bernade û di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de jî ne bi daxwaz e. Anyayê wiha dawî lê anî: “Şexsê Abdullah Ocalan sembol e.  Ji bo tevgera Kurdan sembola hêvî û wêrekiyê ye. Ji bo hikûmet û alîgirên wê sembola nefret û tirsê ye. Bi desthilatdariya heyî re çareserî zehmet e. Li gorî min hilbijartinên hatine kirin nîşan daye ku hikûmetê piştgirî winda kiriye. Ev pêşketinek baş e. Tirkiye diguhere. Divê niha em bi hêvî bin û hêviya xwe winda nekin.”