Ji bo Fîlîstînê daxuyanî: Divê Israîl dawî li êrîşan bîne

  • 19:25 29 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Tumbel-Senê Gulbîn Oner di daxuyaniya der barê êrîşên Israîlê yên li hember Fîlîstînê de axivî û got: “Êrîşên tên kirin ji nirxên mirovahiyê bêpare û hovîtiyê tesmîl dike. Divê demildets dawî li êrîşan bê û çareserî esas bê girtin.”
 
Li Êlih û Mêrdînê Platforma Ked û Demorkasiyê der barê êrîşên Israîlê yên li hember bajarê Refah a Fîlîstînê de daxauyanî dan.
 
Hevseroka Tumbel-Sen a Mêrdînê Gulbîn Oner daxuyanî xwend.  Gulbînê da zanîn ku hikûmeta Israîlê bi piştgiriya ku ji hêzên emperyalîst ya navneteweyî digire êrîşan dîdomîne û komkujiya tê jiyîn bibîr xist. Gulbînê di daxuyaniyê da zanîn ku êrîşên tên kirin ji nirxên mirovahiyê bêparin û hovîtiyekê tesmîl dike. Gulbînê her wiha ev tişt anî ziman: “ Israîl sûcê şer û mirovahiyê dike.Yên di şer de biser dikevin bazirganin.  Yekane riya  aramiyê aştiye. Divê Israîl demildest dawî li êrîşan bîne.
 
Êlih
 
Li Êlihê jî Platforma Ked û Demokrasiyê  daxuyanî da. Li ser navê platformê serokê Petrol-Îşê Veysel Kartal daxuyanî xwend. Vesysel destnîşan kir ku Israîl bi piştgiriya ku ji hêzên emperyalîst ya navneteweyî digire sûcê mirovahiyê dike û wiha got: “Di êrîşan de bi dehan mirov hatine qetilkirin û gelek kes birÎndar bûne. Em komkujiyê lanet dikin. Em ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re şifayê dixwazin. Aşkeraye ku Israîl sûcê şer dike.Hovîtiyê temsîl dike û ji nirxên mirovahiyê bêparin. Divê dorpêşa li gelê Fîlîstînê bê rakirin. Kesên ji şer destkeftiyê digirin bazirganên şer in. Divê demildets êrîş bên rawestandin. Em ê piştevaniya xwe ya bi gelê Fîlîstînê re bilind bikin.”