Li Berlînê panela ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’

  • 15:26 28 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Berlînê xwendekarên endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK) ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî panelek lidar xistin.
 
Li Zanîngeha Berlînê ya Elmanyayê panelek hate lidarxistin û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xwestin.
 
Nûnerên ji Azadî e.V’ê ku ji bo aktîvîstên Kurd alîkariya hiqûqî dabîn dikin û ji partiya ‘Dîe Lînke’ Ferat Koçak weke axaftvan beşdarî panelê bûn.
 
Di panelê de mijarên girîng ên mîna Doza Kûmpasê ya Kobanê û li Kurdistan û Tirkiyeyê girtinên siyasî yên li hemberî DEM Partiyê hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser rol û mîsyona xwendekar û ciwanan jî nîqaş hatin kirin.
 
Di dawiya panelê de ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, azadî hate xwestin.