Li Berlînê panela ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ 2024-05-28 15:26:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Berlînê xwendekarên endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK) ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî panelek lidar xistin.   Li Zanîngeha Berlînê ya Elmanyayê panelek hate lidarxistin û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xwestin.   Nûnerên ji Azadî e.V’ê ku ji bo aktîvîstên Kurd alîkariya hiqûqî dabîn dikin û ji partiya ‘Dîe Lînke’ Ferat Koçak weke axaftvan beşdarî panelê bûn.   Di panelê de mijarên girîng ên mîna Doza Kûmpasê ya Kobanê û li Kurdistan û Tirkiyeyê girtinên siyasî yên li hemberî DEM Partiyê hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser rol û mîsyona xwendekar û ciwanan jî nîqaş hatin kirin.   Di dawiya panelê de ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, azadî hate xwestin.