Ji bo 5 parlamenterên HDP'ê îdianameya Kobanê hat amadekirin

  • 12:58 28 Gulan 2024
  • Hiqûq
ENQERE - Di çarçoveya çalakiyên Kobanê de li dijî 5 wekîlên berê yên HDP'ê gilîname hate amadekirin û daxwaza cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hate xwestin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an, derheqê Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Garo Paylan û Pero Dundar de lêpirsîn dabû destpêkirin û niha jî îdianame amade kir.
 
Di îdianameyê de dozger bi hinceta 29 sûcên cuda ji bo her parlamenterekî 38 caran cezayê muebbeta giran xwest. Îdianame ji 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê re hate şandin.