Ji bo 5 parlamenterên HDP'ê îdianameya Kobanê hat amadekirin 2024-05-28 12:58:08   ENQERE - Di çarçoveya çalakiyên Kobanê de li dijî 5 wekîlên berê yên HDP'ê gilîname hate amadekirin û daxwaza cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hate xwestin.   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an, derheqê Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Garo Paylan û Pero Dundar de lêpirsîn dabû destpêkirin û niha jî îdianame amade kir.   Di îdianameyê de dozger bi hinceta 29 sûcên cuda ji bo her parlamenterekî 38 caran cezayê muebbeta giran xwest. Îdianame ji 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê re hate şandin.