Li bajarê Bîelefeld li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin

  • 11:58 28 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakî hat lidarxistin.
 
Îro li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Gel çalakî ji bo azadiya fizikî ya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan hat lidarxistin.
 
Di çalakiyê de ji bo bîranîna Cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
 
Têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek hat dayîn û bang hate kirin ku CPT erkê xwe yê li hemberî sîstema Îmraliyê bi cih bîne. Her wiha hat gotin ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were şikandin.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.