Mala Jinê Kardelen dîsa ket xizmeta jinan

  • 11:45 28 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - Mala Jinê Kardelen a girêdayî Muduriyeta Xizmetê Malbatê û Jinan a Şaredariya Rezanê dîsa ket xizmeta jinan. 
 
Mala Jinê Kardelen a girêdayî Muduriyeta Xizmetê Malbatê û Jinan a Şaredariya Rezanê piştî hilbijartinên 31'ê Gulanê bi awayekî lezgîn dest bi xebatan kir. Xebatkarên li Mala Jinê Kardelen a li Taxa Kaynartepeyê di destpêkê de xwe gihandin jinên li taxê. Li gor daxwazên jinan odeyên lîstikê yên zarokan vebûn. Li vir çalakî bi zarokan re tên kirin. 
 
Jin hînî pîşeyan dibin
 
Ji bo jinan kursa kuafortuyê vebû. Li vir bi pisporan perwerde tê dayin û jin hînî pîşeyekê dibin. Yek ji xebatên Mala Jinê ya Kardelen jî kursên xwendin û nivîsandinê ne. 30 jin ji vê perwerdeyê sûdê digirin. 
 
Wê kursên nû vebin
 
Wê bi daxwazên jinan kursa aşpêjiyê jî vebe. Jin dema tevli atolyeyan dibin zarokên xwe jî datînin odeyên lîstikê. 
 
Koordinatora Mala Jinê ya Kardelan têkildarî kursan de axivî û got:"Li taxê ji du rojên hefteyê xebatên qadê tên kirin. Em diçin serdana jinan. Li gor pêdiviyan piştgiriya psikolog û pedagogiyê jî tê dayin. Em dixwazin dest jiyana jinan bidin."