Li Saratovê tecrîd hat şermezarkirin

  • 15:07 27 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên li herêma Saratov a Rûsyayê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Jinên Kurd ên li navçeya Dergecî ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Tavra Abdullaeva daxuyanî da û bang li jinan hemûyan kir ku li ber tecrîdê rabin.
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.