Îşkenceya li hember Senem Erîş anîn rojeva Meclîsê

  • 14:59 27 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglu, binçavkirin û îşkenceya li hember Senem Erîş ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç pirsî kir.
 
Rêxistinên ciwanan di 18’ê gulanê de li navçeya Kadikoya Stenbolê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên hatine qetilkirin bi bîr anîn. Polîs êrişî bîranînê kir û 20 ciwan binçav kirin. Ciwan bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911” hatine binçavkirin. 
 
Dû re endama Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Senem Erîş, endamê Hêzên Ciwantiya Şoreşger Gurdag Efe Tûnç, endamê Ciwantiya Nû ya Demokrat Volkan Atmaca û Tahsîn Aladag hatin girtin. Senem Erîş birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Volkan Aymaca, Guldag Efe Tûnç û Tahsîn Aladag jî birin Girtîgeha Tîpa L 2 ya Maltepeyê. 
 
Parêzerên ku çûne serdana ciwanan, diyar kirin ku ciwan ji dema hatine binçavkirin heya ew şandine girtîgehê, bi kelemçeya bi pişt ve hatine ragirtin. Herwiha parêzer dan zanîn ku tevî ciwan nexwestine wan xistine qawîşa girtiyên edlî. 
 
Her wiha Senem Êriş hem di pêvajoya birina girtîgehê de û hem jî di birina qawîşê de lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin. Derbarê mijarê de Parlamentera DEM Partî ya Amedê Halîde Turkoglu pirsnameyek da Serokatiya Meclîsê. 
 
Pirsên ku ji Wezîr Yilmaz Tunç hat pirsîn ev in: 
 
“*Haya we ji îşkenceya ku li Senem Erîş hatiye kirin heye?
 
* Çima li Senem Erîş lêgerîna tazî hat kirin? Têkildarî pêkanîna lêgerîna tazî ya ku li dijî rûmeta mirovahiyê yê, li girtîgehan biryarek taybet heye?
 
* Piştî ku Senem lêgerîna tazî red kir, bi gazîkirina 'polîsê mêr' hat tehdîtkirin, gelo dê derbarê mijarê de lêpirsîn bê destpêkirin?
 
* Sedema ku Senem Erîş tevî îtîrazên wê yên gelek caran bi zorê birin hucreya edlî çi ye? Derbarê 15 gardiyanên ku Senem Erîş bi erderê kaşkirin û îşkence lê kirin de, wê lêpirsîna hiqûqî û îdarî da destpêkirin gelo? Yên ku ev sûc kirine dê bên cezakirin?
 
* Gardiyanên ku ji Senem Erîş pirsên “Tu Misilman î” kirin kî ne. Ew vê hêzê ji ku digirin?
 
* Gelo çêkirina rêziknameya ji bo bidawîkirina lêgerîna tazî dê di rojeva we de be?
 
* Ji bo Senem Erîş ji koguşa edlî bê derxistin hewldana wezaretê heye an na? 
 
* Gelo girtina jinên ku ji ber mafên xwe yên protestoyî û çalakiyan bi kar anîne bi awayekî der hiqûqî hatine girtin di koguşên edlî de sepandineke taybet e?"