Li Elmanyayê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin

  • 11:55 27 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a Nûda ya li Freîbûrgê xebatên xwe dimeşîne, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi sedan nameyên bi îmzeya jinan ji CPT'yê re şandin.
 
Kampanyaya nameyê ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan CPT'yê bikin tevgerê da  destpêkirin, dewam dike. Meclîsa Jinê ya Nûda ku li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê xebatên xwe dimeşîne, bang li CPT'yê kir ku berpirsyariya xwe ya li hemberî pergala Îmraliyê bi cih bîne û 857 nameyên ku di vê çarçoveyê de amade kirine ji navnîşana saziyê re şandin.
 
Jinan bang li saziyên wekî CPT’yê kirin ku di mijara azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd de berpirsyariya xwe bi cih bînin û destnîşan kirin ku êdî nikarin li hemberî vê neheqiya li dijî Abdullah Ocalan ku heta niha agahî jê nayê girtin bêdeng bimînin.