Ji bo nûçeya destdirêjiyê ya li Mêrdînê qedexeya weşanê

  • 17:37 23 Gulan 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Nûçeya destdirêjiya l ihember zaroka 16 salî ya li Mêrdînê ji aliyê Yekemîn Dadgeriya Ceza Sulh a Mêrdînê ve weşandina wê hat qedexekirin.
 
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê saetên sibehê de destdirêjî li zarokekê hat kirin. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û piştî lêpirsînê ji aliyê Serdozgeriya ya Mêrdînê ve daxwaza ‘qedexeya weşanê’ hatkirin. Li ser vê  Yekemîn Dadgeriya Ceza Sulh a Mêrdînê biryara ‘her cureyê nûçe, roportaj, renxe û her wekê din’ qedexe kir.