'Kes nikare me ji felsefeya rêberê me bi dur bixe'

  • 10:56 22 Îlon 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB- Li Helebê  bi dirûşma"Em ê tecrîd û feşizimê têk bibin netewa demokratik misoger bikin", di pêeşngiya TEV-DEM'ê de meşek girseyî hat li darxistin.  Jinên  ku tevli meşê bûn berteka xwe li heberî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman û gotin "Ew ê dest ji felsefeya rêbertî û tekoşîna ji bo azadiya wî bernedin."
 
26 sal ku rêberê PKK`ê Abdullah Ocelan di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û di serî de bê dengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rê ji giran kirina vê pergalê re ve dike. lê belê ya herî  balkêş ew e ku 26 salin gelê Kurd û hemû gelên ku Ji fikir û felsefeya rêbertî bi bandor bûn û di bin siya wê de tekoşîna xwe didin meşandin dest ji berxwedan û tekoşîna ji bo azadiya rêbertî bernadin. Di çarçoveya vê têkoşînê de îro jî li bajarê Helebê Tevgera Civaka Demokratik (TEV DEM) meşek orgenîz kir. Meşa ku hat organîzekirin bi hazarn welatiyên ji taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê bajarê Helebê tevli bûn. Meş ji pêşiya jêrzemîna 8`ê Adarê dest pêkir û ber bi taxa Şerqî ve dewam kir. Di meşê de dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmralî" hatin berzkirin.  Her wiha wêne û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. 
 
'Hêrsa me zêdetir dibe' 
 
 Dîlan Alî ya tevli meşê bûbertek nîşanî tecrîdê da û got:"Ji bo azadiya rêberê xwe em îro daketine qadan 26 sal in ku rêberê me di hundir zindana Îmraliyê de ye û ev bû nêzî 4 sal tu agahiya me ji rêberê me tune ye ku rewşa wî ya tendirustî di çi astê de ye.  Cîhan tev de ji bo ku felsefeya rêbertî ji holê rakin hemû destê xwe dikin nava pergala êşkenceya li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan. Lê belê em weke gelê Kurd her diçin bi hêz dibin û hêrsa me li hember agahînegirtina li ser rewşa rêbertî mezin tir dibe."
 
'Kes nikar e me ji fellsefeya rêbertî dur bixe'
 
Di dawiya axaftina xwe de Dîlanê da zanîn ku CPT hîna bêdengiya xwe de berdewam dibe û got:"Rêxistina CPT'ê heya roja me ya îro bi erka xwe ranebûnye.  Her wiha li hember berdewamkirina vê pergala qirkirinê di nava bêdengiyê de ye.  Lê bila bizanibin bi van kiryarên xwe û berdewamkirina bêdengiya xwe wê nikaribin me ji fikir û  felsefeya rêberê me bi dur bixin."
 
'Tu pergal nikare pêşî li berxwedana me bigire'
 
Di heman demê de jina bi navê Sultan Mihemed jî berteka xwe ya li hemberî berdewamkirina îşkeceyê anî ziman û wiha got:"Bi berdewamkirina pergala îşkenceya li ser Rêbertî ji aliyê dewletên hegemon ve wê kes nikaribe roja me tarî bike û me ji felsefeya rêberê me dur bixe ji ber ku em li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocelan mezin bûne û tu perga nikar me têk bibe û li pêşiya tekoşîna me bibe bend."
 
'Em ê bi berxwedanê dawî li pergala îşkenceyê bînin' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Sulatanê da zanîn ku ew ê bi berdewamkirina berxwedana xwe dawî li pergala îşkenceyê bînin û wiha got:"Di riya berxwedanê de em tekoşîna xwe ji bo azadiya rêbertî didin berdewamkirin û em ê bi carekê vê tekoşîna bi hezar salan me daye destpêkirin terk nekin. Dijminên me bi van kiryaran daxwaz dikin ku felsefeya rêbertî ji me dûr bikin.  Lê berovajî vê yekê em zêdetir bi hêz dibin û berxwedana ji bo azadkirina rêbertî bilindtir dikin."