Ji bo nûçeya destdirêjiyê ya li Mêrdînê qedexeya weşanê 2024-05-23 17:37:23   MÊRDÎN - Nûçeya destdirêjiya l ihember zaroka 16 salî ya li Mêrdînê ji aliyê Yekemîn Dadgeriya Ceza Sulh a Mêrdînê ve weşandina wê hat qedexekirin.   Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê saetên sibehê de destdirêjî li zarokekê hat kirin. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û piştî lêpirsînê ji aliyê Serdozgeriya ya Mêrdînê ve daxwaza ‘qedexeya weşanê’ hatkirin. Li ser vê  Yekemîn Dadgeriya Ceza Sulh a Mêrdînê biryara ‘her cureyê nûçe, roportaj, renxe û her wekê din’ qedexe kir.