Li Enqereyê navê girtiyên Kobanê li kolanan kirin

  • 19:54 22 Gulan 2024
  • Rojane
ENQERE - Rêxistina DEM Partî ya Çankyayê, tabelayên kolanan, bi navê siyasetmedarên ji doza Kobanê girtîne guhertin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Çankayayê, tabelayên kolanên Çankayayê bi navê siyasetmedarên ji doza Kobanê girtîne û ceza lê hatine birîn guhert. 
 
Di serî de navê hevserokên giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, navê siyasetmedarên ji doza kobanê girtîne  li kolanan hatin danîn.