Li Enqereyê navê girtiyên Kobanê li kolanan kirin 2024-05-22 19:54:47   ENQERE - Rêxistina DEM Partî ya Çankyayê, tabelayên kolanan, bi navê siyasetmedarên ji doza Kobanê girtîne guhertin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Çankayayê, tabelayên kolanên Çankayayê bi navê siyasetmedarên ji doza Kobanê girtîne û ceza lê hatine birîn guhert.    Di serî de navê hevserokên giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, navê siyasetmedarên ji doza kobanê girtîne  li kolanan hatin danîn.