Yekemîn Fuara Pirtûkan a Mêrdînê di roja duyemîn de ye

  • 19:17 18 Gulan 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Yekemîn Fuara Pirtûkan a Mêrdînê di roja duyemîn de bi eleqeyeke mezin berdewam kir. Gelek kes tevli bûn û stand ziyaret kirin.
 
Yekemîn Fuara Pirtûkan a Mêrdînê ku duh hat vkeirin û sibê wê bidawî be, di roja duyemîn de eleqeyek mezin dît. Fuar ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ve pêk hat û 20 weşanxaneyên Kurd û 62 nivîskarên Kurd tevli bûn.
Fuar wê sibê saet di 18.00’an de bidawî be.