Yekemîn Fuara Pirtûkan a Mêrdînê di roja duyemîn de ye 2024-05-18 19:17:34   MÊRDÎN - Yekemîn Fuara Pirtûkan a Mêrdînê di roja duyemîn de bi eleqeyeke mezin berdewam kir. Gelek kes tevli bûn û stand ziyaret kirin.   Yekemîn Fuara Pirtûkan a Mêrdînê ku duh hat vkeirin û sibê wê bidawî be, di roja duyemîn de eleqeyek mezin dît. Fuar ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ve pêk hat û 20 weşanxaneyên Kurd û 62 nivîskarên Kurd tevli bûn. Fuar wê sibê saet di 18.00’an de bidawî be.