Li Şehbayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan semîner

  • 15:46 18 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de li Şehbayê kon hat vedan û dê semînera ku 3 rojan bidome hat lidarxistin. 
 
Kongra Star û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de dest bi çalakiya konvedanê kir. Di çalakiyê de di nava 3 rojan de dê semîner li ser werin dayîn. Kon li Parka 4’ê Nîsanê ya li bajarokê Ehdasê hatiye vedan.
 
Di roja yekemîn a çalakiyê de ku şêniyên Şêrawa, Ehrezê, endamên TEV-DEM’ê, saziyên civaka sivîl beşdar bûn, Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan semînerek li ser wateya şehadetê da.
 
Semîner ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehba Xedîce Îbo û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê Emel Qehreman ve hate dayîn.
 
Di semînerê de ku bi boneya 18'ê Gulanê Roja Şehîdan de hatiye dayîn, şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: "18’ê Gulanê Roja Şehîdan, ji bo Gelê Kurd qonaxeke dîrokî û çarenûsî bû ku dê siberoja wê diyar bike. Ev roj ne ji rêzê ye, lê dîroka israra di şoreşgerî, serkeftin û têkbirina dijmin de nîşan dide."
 
Beşdaran diyar kir ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe dê dest ji têkoşînê bernedin.