Li Şehbayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan semîner 2024-05-18 15:46:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de li Şehbayê kon hat vedan û dê semînera ku 3 rojan bidome hat lidarxistin.    Kongra Star û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de dest bi çalakiya konvedanê kir. Di çalakiyê de di nava 3 rojan de dê semîner li ser werin dayîn. Kon li Parka 4’ê Nîsanê ya li bajarokê Ehdasê hatiye vedan.   Di roja yekemîn a çalakiyê de ku şêniyên Şêrawa, Ehrezê, endamên TEV-DEM’ê, saziyên civaka sivîl beşdar bûn, Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan semînerek li ser wateya şehadetê da.   Semîner ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehba Xedîce Îbo û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê Emel Qehreman ve hate dayîn.   Di semînerê de ku bi boneya 18'ê Gulanê Roja Şehîdan de hatiye dayîn, şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: "18’ê Gulanê Roja Şehîdan, ji bo Gelê Kurd qonaxeke dîrokî û çarenûsî bû ku dê siberoja wê diyar bike. Ev roj ne ji rêzê ye, lê dîroka israra di şoreşgerî, serkeftin û têkbirina dijmin de nîşan dide."   Beşdaran diyar kir ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe dê dest ji têkoşînê bernedin.