2'yemîn Mîhrîcana Biharê ya Zanîngeha Rojava dest pê kir

  • 15:37 18 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Biharê ya 2’yemîn a xwendekarên Zanîngeha Rojava dest pê kir.
 
Rêveberiya Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi beşdariya berfireh a xwendekar û mamosteyên dibistanan û Zanîngeha Rojava, bi çalakiyên çandî, helbest, stran, pêşbirk û xwarinên gelêrî, 2'yemîn Mîhrîcana Biharê ya Xwendekaran li dar dixe.
 
Mîhrîcana ku li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre cîgira Hevserokatiya Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed axivî.
 
Evîn Ehmed bal kişand ser rola çand û kevneşopan di parastina civakan de û girîngiya wan di ronîkirina nasnameya pêkhateyên herêmê de.
 
Dûre xwendekarên zanîngehê Fatima Xelîl, Nûr Mîrza, Rolav Silo û Beşar Horo helbestên xwe xwendin.
 
Mîhrîcan bi stranan dewam kir û xwendekar Kemal Cumaa, Ariane Khalo û Hêvîar Hamo çend stranên xwe pêşkêş kirin.
 
Her wiha xwendekarên zanîngehê bi 3 koman beşdarî pêşbirka beşa pirsên giştî bûn, piştre çalakiyên beşa werzîşê ji aliyê xwendekaran ve hatin pêşkêşkirin.
 
Çalakiyên îro bi pêşandana xwarinên gelêrî yên 5 koman bi dawî bû. Tê payîn ku mîhrîcan sibê bi çalakiyên cihêreng bi dawî bibe.