2'yemîn Mîhrîcana Biharê ya Zanîngeha Rojava dest pê kir 2024-05-18 15:37:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Biharê ya 2’yemîn a xwendekarên Zanîngeha Rojava dest pê kir.   Rêveberiya Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi beşdariya berfireh a xwendekar û mamosteyên dibistanan û Zanîngeha Rojava, bi çalakiyên çandî, helbest, stran, pêşbirk û xwarinên gelêrî, 2'yemîn Mîhrîcana Biharê ya Xwendekaran li dar dixe.   Mîhrîcana ku li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre cîgira Hevserokatiya Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed axivî.   Evîn Ehmed bal kişand ser rola çand û kevneşopan di parastina civakan de û girîngiya wan di ronîkirina nasnameya pêkhateyên herêmê de.   Dûre xwendekarên zanîngehê Fatima Xelîl, Nûr Mîrza, Rolav Silo û Beşar Horo helbestên xwe xwendin.   Mîhrîcan bi stranan dewam kir û xwendekar Kemal Cumaa, Ariane Khalo û Hêvîar Hamo çend stranên xwe pêşkêş kirin.   Her wiha xwendekarên zanîngehê bi 3 koman beşdarî pêşbirka beşa pirsên giştî bûn, piştre çalakiyên beşa werzîşê ji aliyê xwendekaran ve hatin pêşkêşkirin.   Çalakiyên îro bi pêşandana xwarinên gelêrî yên 5 koman bi dawî bû. Tê payîn ku mîhrîcan sibê bi çalakiyên cihêreng bi dawî bibe.