Şitlên ku hatin diyarîkirin dê li parkan biçînin

  • 16:42 13 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, diyar kirin ku ji bo pîrozkirinê ne kulîlk û çeleng şitlan qebûl dikin. Dê wan şitlan li parkan biçînin. 
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, 17'ê Nîsanê roja çarşemê û 18'ê Nîsanê roja pêncşemê saet di navbera 09.00 û 15.00'an de dê pîrozbahiyên gel û saziyên sivîl ên bajêr qebûl bikin. Hevşaredar bang li xelkê kir ku ji bo pîrozkirinê ne kulîlk, çeleng û hwd, bila şitilekê diyarî bikin da ku wan li şîngeh û parkan biçînin.