Şitlên ku hatin diyarîkirin dê li parkan biçînin 2024-04-13 16:42:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, diyar kirin ku ji bo pîrozkirinê ne kulîlk û çeleng şitlan qebûl dikin. Dê wan şitlan li parkan biçînin.    Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, 17'ê Nîsanê roja çarşemê û 18'ê Nîsanê roja pêncşemê saet di navbera 09.00 û 15.00'an de dê pîrozbahiyên gel û saziyên sivîl ên bajêr qebûl bikin. Hevşaredar bang li xelkê kir ku ji bo pîrozkirinê ne kulîlk, çeleng û hwd, bila şitilekê diyarî bikin da ku wan li şîngeh û parkan biçînin.