Di Nobeta Edaletê de peyama têkoşîna li dijî tecrîdê

  • 20:57 11 Nîsan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dest pê kirinê bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê dewam dike.
 
Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd dest pê kirên dewam dikin.
 
Êlih
 
Li Êlihê Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUAY-DER’ê dest pê kir di roja 70’ê de li avahiya DBP’ê dewam kir. Xizmên girtiyan gotin:”Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.” Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskin Bayindir û hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û gelek welatî tevli çalakiyê bûn.
 
Li vir Keskin Bayindir jî da zanîn dayik têkoşîneke pîroz didin meşandin û got ev têkoşîn wê bigihêje armanca xwe.
 
Çalakiya nobetê bi dirûşmên  “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
Mêrdîn
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê di roja 95’an de li avahiya DBP’ê dewam kir. Gelek kes tevli çalakiyê bûn û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Hevşaredarên DEM Partiê yên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk û gelek welatî tevli çalakiyê bûn.
 
Devrim Demir da zanîn dayik pêşengên têkoşînê ne.
 
Ahmet Tur jî got Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye û girtiyên din jî di bin tecrîd û zilmê de ne.