Di Nobeta Edaletê de peyama têkoşîna li dijî tecrîdê 2024-04-11 20:57:39   NAVENDA NÛÇEYAN – Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dest pê kirinê bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê dewam dike.   Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd dest pê kirên dewam dikin.   Êlih   Li Êlihê Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUAY-DER’ê dest pê kir di roja 70’ê de li avahiya DBP’ê dewam kir. Xizmên girtiyan gotin:”Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.” Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskin Bayindir û hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û gelek welatî tevli çalakiyê bûn.   Li vir Keskin Bayindir jî da zanîn dayik têkoşîneke pîroz didin meşandin û got ev têkoşîn wê bigihêje armanca xwe.   Çalakiya nobetê bi dirûşmên  “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.   Mêrdîn   Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê di roja 95’an de li avahiya DBP’ê dewam kir. Gelek kes tevli çalakiyê bûn û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Hevşaredarên DEM Partiê yên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk û gelek welatî tevli çalakiyê bûn.   Devrim Demir da zanîn dayik pêşengên têkoşînê ne.   Ahmet Tur jî got Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye û girtiyên din jî di bin tecrîd û zilmê de ne.