Cejna malbatên pakrewanan hat pîrozkirin

  • 16:01 11 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Malbatên Şehîdan bi minesebeta cejna Remezanê malbatên pakrewanan ziyaret kirin.
 
Meclisa Malbatên Şehîdan di roja duyemîn a Cejna Remezanê de serdana malbatên şehîda kir. Endamên meclisê, li gel nûnerên sazî û rêxistinên sivîl li Qamişlo, Eyn Îsa, Şehba, Reqa, Hesekê, Çilaxa  serdana malbatên şehîdan kirin.
 
Di serdanan de pakrewanan şoreşê hatin bibîranîn û soza şopandina rêya wan û tacîdarkirina şoreşa gel a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat dayîn.