Cejna malbatên pakrewanan hat pîrozkirin 2024-04-11 16:01:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Malbatên Şehîdan bi minesebeta cejna Remezanê malbatên pakrewanan ziyaret kirin.   Meclisa Malbatên Şehîdan di roja duyemîn a Cejna Remezanê de serdana malbatên şehîda kir. Endamên meclisê, li gel nûnerên sazî û rêxistinên sivîl li Qamişlo, Eyn Îsa, Şehba, Reqa, Hesekê, Çilaxa  serdana malbatên şehîdan kirin.   Di serdanan de pakrewanan şoreşê hatin bibîranîn û soza şopandina rêya wan û tacîdarkirina şoreşa gel a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat dayîn.