ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 10 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*Hevşaredara DEM Partiyê Guner Hatay ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de Qaxizman girt diyar kir ku ev du dem in şaredarî di destê MHP’ê de bûye û ji bo gel tu xizmet nehatiye kirin. Gunerê wiha got: “Daxwaza gel guhertina rêveberiyê bû. Biryara xwe da û guhert.”
DÎMEN HEYE
 
*Dayikên ku di Nobeta Edaletê de bûn, der barê çalakiya girtiyan a boykotê de ku axivîn, destnîşan kirin ku qonaxeke nû û zehmet dest pê kiriye. Dayikan, bi lêv kir ku divê demildest daxwazên girtiyan bi cih bê û gotin: “Rêya çareseriyê li cem Birêz Ocalan e.” DÎMEN HEYE