ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-10 09:00:00     *Hevşaredara DEM Partiyê Guner Hatay ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de Qaxizman girt diyar kir ku ev du dem in şaredarî di destê MHP’ê de bûye û ji bo gel tu xizmet nehatiye kirin. Gunerê wiha got: “Daxwaza gel guhertina rêveberiyê bû. Biryara xwe da û guhert.” DÎMEN HEYE   *Dayikên ku di Nobeta Edaletê de bûn, der barê çalakiya girtiyan a boykotê de ku axivîn, destnîşan kirin ku qonaxeke nû û zehmet dest pê kiriye. Dayikan, bi lêv kir ku divê demildest daxwazên girtiyan bi cih bê û gotin: “Rêya çareseriyê li cem Birêz Ocalan e.” DÎMEN HEYE