'Zindan kela berxwedanê ne'

  • 15:59 19 Kanûn 2023
  • Rojane
 
MÊRSÎN/EDENE - Di Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan daye destpêkirin de peyama 'Zindan kela berxwedanê ne' hat dayin. 
 
Nobeda Edaletê ya li Mêrsîn û Edeneyê ku bi pêşengiya Çukurova TUAY-DER,  AATUHAY-DER û xizmên girtiyan hate destpêkirin li Mêrsîn û Edeneyê dewam dike. Çalakiya li Mêrsînê di roja 16'an de ye. Ya li Edeneyê jî di roja 15'an de ye. 
 
Mêrsîn
 
Nobeda Edaletê ya li Mêrsînê ji aliyê Çukurova TUAY-DER û xizmên girtiyan hat destpêkirin di roja 16'an de ye. Dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên civakî tevli nobeda ku li avahiya Çukurova TUAY-DER'ê pêk hat, bûn. Di çalakiyê de 30 girtiyên di komkujiya 19'ê Kanûnê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn. 
 
'Zindan kela berxwedanê ne'
 
Hevserokê Çukurova TUAY-DER'ê Ergin Altuntaş, da zanîn divê beşdariya ji bo Nobeda Edaletê hîn zêde bibe û got ji ser komkujiya 19'ê Kanûnê de 23 sal derbas bûye lê hîn jî hîn jî faşîzma AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe li zindanan dewam dike. Em çiqasî li zindanan xwedî derkevin em ê ewqas li felsefeya Rêbertî jî xwedî derkevin."
 
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî azadiya zindanan" hat berzkirin
 
Edene
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya AATUHAY-DER'ê tê kirin di roja 15'an de ye. Dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên civakî tevli çalakiyê bûn. Îro jî serdanên piştvaniyê ji bo çalakiyê hatin kirin.