Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn

  • 13:29 23 Îlon 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Di doza Kadîr Îsteklî ku bi H.K.G. a 6 salî pê re hatibû zewicandinê û bi tecawizê re rû bi rû hiştibû, biryar derket. 
 
Yusuf Ziya Gumuşel ê avakarê Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga keça xwe ya 6 salî H.K.G. bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî yê 29 salî re dabû zewicandinê. Têkildarî H.K.G. a bi tecawizê re rû bi rû hatibû hiştin, doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê hat lidarxistin. 
 
Danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê 18 sal û 9 meh cezayê hepsê li Ziya Gumuşel birî û 36 sal cezayê hepsê jî li Kadîr Îsteklî birî.