'Zindan kela berxwedanê ne' 2023-12-19 15:59:29     MÊRSÎN/EDENE - Di Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan daye destpêkirin de peyama 'Zindan kela berxwedanê ne' hat dayin.    Nobeda Edaletê ya li Mêrsîn û Edeneyê ku bi pêşengiya Çukurova TUAY-DER,  AATUHAY-DER û xizmên girtiyan hate destpêkirin li Mêrsîn û Edeneyê dewam dike. Çalakiya li Mêrsînê di roja 16'an de ye. Ya li Edeneyê jî di roja 15'an de ye.    Mêrsîn   Nobeda Edaletê ya li Mêrsînê ji aliyê Çukurova TUAY-DER û xizmên girtiyan hat destpêkirin di roja 16'an de ye. Dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên civakî tevli nobeda ku li avahiya Çukurova TUAY-DER'ê pêk hat, bûn. Di çalakiyê de 30 girtiyên di komkujiya 19'ê Kanûnê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn.    'Zindan kela berxwedanê ne'   Hevserokê Çukurova TUAY-DER'ê Ergin Altuntaş, da zanîn divê beşdariya ji bo Nobeda Edaletê hîn zêde bibe û got ji ser komkujiya 19'ê Kanûnê de 23 sal derbas bûye lê hîn jî hîn jî faşîzma AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe li zindanan dewam dike. Em çiqasî li zindanan xwedî derkevin em ê ewqas li felsefeya Rêbertî jî xwedî derkevin."   Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî azadiya zindanan" hat berzkirin   Edene   Nobeta Edaletê ya li avahiya AATUHAY-DER'ê tê kirin di roja 15'an de ye. Dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên civakî tevli çalakiyê bûn. Îro jî serdanên piştvaniyê ji bo çalakiyê hatin kirin.